Rûspî û şêx êlên Ereb ên Reqayê gefên Tirkiyê yên dagirkirina Dêrik û Şengalê red kirin û piştrast kir ku armanca van gefan binxistina projeya Rêveberiya Xweser û parçekirina xaka Sûriyê ye. Mamosteyên bajarê Hesekê jî teqez kir ku rêya tekana a têkbirina van gefan yekîtî ye.
Rûspiyên Reqayê gefên vê dawiyê ku li dijî herêmê tên xwarin, red kirin û diyar kir ku ev gef nîşaneyên hebûna planeke mêtîngerî ya fireh in.
Ev gefên nû yên li dijî Dêrik û Şengalê piştî serdana Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar ji bo Bexdyê, derketin holê.
Rûspiyê êla El-Hewes a Reqayê Dehan El-Şiblî destnîşan kir ku armanca van gefan têkbirina projeya hevgirtinê û xerakiririna ewlehiyê li herêmê ku bi avakirina projeya Rêveberiya Xweser pêk hatiye ye.
Em wek şêx, rûspî û xelkên herêmê bi hemû pêkhatiyên xwe, bi tundî kirinên dagirkeriya Tirkiyê şermezar dikin.
Piştî ku Serê Kanî, Efrîn û Girê Spî dagir kirin, niha berê xwe dane Dêrik û Şengalê.
Dewleta Tirk şerê her pêkhatiyeke mîna Kurd, Şerkes, Ezîdî kiriye û ev yek dide xuyakirin ku planeke mêtîngerî ya fireh tê kirin.
Armanca wê jî têkbirina ewlehiya herêmê ye.
Di heman çarçoveyê de, rûspiyê êla El-Ceibata Telal El-Sîbat axivî û bang li gelê herêmê kir ku hişyar bin û rê nedin dijminan ku beşekî din ê axa wan dagir bikin.
Em îro bi saya Rêveberiya Xweswe, bi awayekî demokrat û ewle dijîn.
Dewleta Tirk bi rêya gefên xwe yên dagirkirina herêmê, dixwaze ev proje têk biçe û fitneye belav bike.
Divê gelê herêmê ji vê planê hişyar be û rê nede dijminan ku beşekî din ê xakê dagir bike.
Mamosteyên Hesekê: Rêya tekane ya têkbirina van gefan yekîtî ye
Mamosteyên bajarê Hesekê jî der barê heman mijarê de bertekên xwe hebûn û teqez kir ku rêya tekana ya ku li hember van gefan, avakirina yekîtiye ye.