Pencewînî: Berî 2 hefteyan dewleta Tirk hêzek mezin li Dihokê bi cih kir

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pencewînî diyar kir ku Erdogan bi desteserkirina qadên petrolê yên Kurdistanê û tasfiyekirina PKK’ê re, dixwaze xewn û xeyalên xwe pêk bîne, lê belê wê nikaribe bi ser keve.

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Pencewînî diyar kir ku her kes dizane, dewleta Tirk ji bo tunekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd, hêza xwe bi temamî xistiye dewrê û bi nûkirina Mîsakî-Mîllî dixwaze ji Heleb heta Mûsilê dagir bike.

Dewleta Tirk a dagirker gav bi gav hewl dide hemû Başûr û Rojavayê Kurdistanê dagir bike.

Der barê gefên dawî yên dewleta Tirk li ser Şengal û Dêrikê siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Mihemed Emîn Pencewînî ji ajansa nûçeyan Firatê re axivî.

Pencewînî dibêje:

Erdogan armanc dike projeya xwe ya Mîsakî-Mîllî û xeyala Osmanî, pêk bîne.

Li gorî Pencewînî, ew jî dê bi rêya dagirkirina qadên petrol û gaza xwezayî yên Başûrê Kurdistanê be, lê teqez kir ku ev yek wê ne hêsan be.

Pencewînî agahî da, ku berî du hefteyan dewleta Tirk hêzekî mezin aniyê Dihokê da ku Şengal û xeta Dêrikê dagir bike. Her wiha hêzên xwe yên Balaşîkayê jî xistine tevgerê.

Pencewînî: Di vê pêvajoyê de yekîtî şert e

Pencewînî anî ziman ku gelê Kurd di qonaxeke pir hestyar de ye. Divê hemû hêzên siyasî yên Kurd di vê demê de yekîtiya xwe ava bikin û her wiha divê yekgirtinek di nava aqilê siyasî yê partiyên siyasî yên Kurd de bê avakirin.

Siyasetmedarê Kurd teqez kir ku eger Kurdan ev yek nekir, dibe ku plana Erdogan biçe serî.

Pencewînî da zanîn ku Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriye tevî ku fikir û berjewendiyên wan cuda ne, lê di mijara Kurdan de bûne yek.

Pencewînî lihevkombûnên rêveberên leşkerî û îstîxbarî yên van dewletan jî, weke ispata vê yekê nîşan da.

Back to top button