Li herêma Cizîrê wê 15 navendên tenduristiyê bên vekirin

Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê ragihand ku wê 15 navendên tenduristiyê bên vekirin.

66 gundên li başûrê navçeya Tirbespiyê zehmetiya peydakirina xizmetguzariyên tenduristiyê dikişînin.

Ji lewra gundiyan bang li Desteya Tenduristiyê kir ku navendekê ji wan re çêkin.

Li ser vê yekê, Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Dr. Mistefa Keleş eşkere kir ku ew ê li herêmên cuda yên herêma Cizîrê 15 navendên tenduristiyê vekin û ev yek jî ji planên sala 2021an e.

Têkildarî derengmayîna kar û xebatê Dr. Mistefa Keleş destnîşan kir ku ji ber kadroyên tenduristiyê li wan herêman tune ne, vekirina navendên tenduristiyê dereng ma.

Back to top button