Li Somalyayê, 2 teqîn çêbûn, 2 kes hatin kuştin û 4 birîndar bûn.
Li gorî ragihandina herêmî, teqîna yekem li navçeya Hedin a girêdayê paytextê rû da û tê de yek hat kuştin û yek jî hat birîndarkirin.
Teqîna duyem û li gorî heman çavkaniyê, li navçeya Dînsûr دينسور rû da û li wir yek hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Herdu teqîn ji ber mayînên çandî yên çeteyên Hereket El-Şebab pêk hatin.
Çarşemê jî 10 leşkerên artêşa Somalî ji ber êrîşên Hereket El-Şebab li başûrê welat hatibûn kuştin.