Bi slogana “Endazyarî pîşe û hunera xizmetkirina civakê ye” duh Yekîtiya Endezyaran a herêma Cizîrê 4. Konferansa xwe li dar xist.
Konferas bi beşdariya 71 delege û endazyar, nûnerên Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîdorê ya herêma Cizîrê li Qamişloyê pêk hat.
Di konferansê de, li ser giringeya hişyarbûna li hemberî xeteriyên li ser herêmê nîqaş hatin kirin û teqezî li ser giringiya projeya demokratîk û parastina destkeftiyan hat kirin.
Piştre rapora yekîtiyê ya sala 2019-2020an hat nirxandin û bi erkdarkirina rêveberiyeke nû konferas bi dawî bû.