Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan ku duh hatibû binçavkirin, hat girtin
Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan di 27’ê Çileyê de hatibû binçavkirin.
Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi îdîaya “rêveberiya rêxistinê” û “endametiya rêxistinê” biryara girtina Ayşe Gokkan dabû.
Eyşe Gokkan îro derxistin pêşberî dadgehê û ew girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Amedê.
Girtina Eyşe Gokkan li gelek navendan hat şermezar kirin
Li hember girtina Eyşe Gokkan bertek hatin nîşandan û li gelek navendan ji aliyê jinan ve hat şermezarkirin.
HDP’a Amedê, derbarê biryara girtina Ayşe Gokkan de daxuyanî û hat diyar kirin Ayşe Gokkan parazvaneke mafê jinan e ku têkoşîna azadiya jinan dimeşîne. Hûn nikaribin TJA’yê bêdeng bikin.
Daxuyaniya hevpar a ku ji aliyê TJA’yê hatibû amadekirin bi beşdariya gelek jinan li Mêrdîn, Edene û Mersînê jî hatin dayîn. Di van daxuyaniyan de jî jinan biryara li hemberî Gokkan şermezar kirin û peyamê berdawama têkoşîna azadiya jinê dan.