Blinken: biryara firotina çekan tê lêkolînkirin

Wezîrê Karên Derve yê DYA Antony Blinken piştgiriya welatê xwe ya bi Îsraîlê re desnîşankir, lê di heman demê de peyama vegera li peymana nûkleerî ya bi Îranê re jî da.
Waşîngton ya ku Husiyên Yemenê xistî lîsteya Terorê, biryarê careke din lêkolîn dike.
Blinken êrîşên Erebîstana Siûdî yên li dijî Husiyan weke sedema kurbûna krîza li welat binav kir.

DYA bi hatina rêveberiya Joe Biden ya li ser kar re, plansazî û stratejiya welat tê eşkerekirin.

Wezîrê Karê Derve yê DYA Antony Blinken, li ser mijarên rojevê yên rojane bi daxuyaniyeke çapemeniyê bersiva pirsên rojnamevanan da.

Antony Blinken li ser pirs rojnamevanekê ya têkildarî biryara rêvberiya DYA yê ber di erêkirina firotina çekan ji bo Îmarat û Siûdiyê de wiha got:

Em piştevaniya danustandinên navbera Îsraîl û Îmaratê dikin.

Di vê povajoya hatî despêkirin de ger pêwist bike emê alîkariyê bikin.

Blinken bi vê yekê re careke din piştevaniya xwe ya ji bo Îsraîlê teqez kir û wiha lê zêde kir.

Niha ji bo firotina çekan ji bo derve tê lêkolînkirin.

Rêveberiya welat dema tê li ser erk, polîtîka û biyarên beriya xwe radiwestêne û li ser dahatuya wê lêkolînê dike.

Niha tişta ku tê kirin eve.

Blinken: Li ser cezakirina Husiyan wê lêkolînek pêk were

Wezîrê Karê Derve yê DYA diyar kir ku di biyara rêveberiya berê ya welat de yek ji mijarên ku wê lêkoînê li ser bikin jî wê xistina Husiyan a nava lîsteya terorê be.

Blinken di nava axaftinên xwe de, êrîşên koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebîstana Siûdî ku li idjî Husiyan pêk tê jî weke yek ji sedemê herî sereke yê krîza li welat binav kir.

Blinken: Îran mercên peymanê pêk bîne wê DYA li peymanê vegere

Di daxuyaniya çapemeniyê ya Blinken de yek ji mijara herî sereke ku dihat mereqkirin vegera Amerîka li peymana nûkleerî bû.

Wezîrê Karê Derve yê DYA li ser vê yekê jî ev tişt anî ziman:

Ger ku Îran şert û mercên bingehên yên peymanê pêk bîne ewê li bernameya peymana nûkleerî vegerin.

Beriya niha Serokê DYA Joe Biden jî anî bû ziman ku ger Îran li gorî mercên peymanê ya 2015’an tev bigere wê li peymanê vegerin.

Rêkeftin û peymana di navbera Îran û endamên dayîmî yên Komîteya Ewlekariyê ya NY (Rûsya, Brîtanya, Çîn, Amerîka, Fransa) û Almanyayê di sala 2015an de hatibû îmzekirin.

Ev peyaman bi armanca rê li ber pêşxistina bernameya nûkleerî ya Îranê bigre pêk hatibû.

Amerîkayê di Gulana 2018an de vekişîna xwe ji rêkeftina nûkleerî ya Îranê, bi fermî ragihand.

Back to top button