Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe hovîtiya xwe a li Efrîna dagirkirî dewam dike.
Dagirker li herêmên sînor yên di navbera navçeya Şiyê û Raco de avahiyên niştecihiyê ji koçberên din ên Idlibê re ava dikin.
Li aliyê din revandina şêniyên herêmê bênavber dewam dike.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Efrîna dagirkirî de di pêkanîna sûc û binpêkirinên xwe de dewam dike.
Di vê derbarê de malpera Afrinpostê ragihand ku desthilatên Tirkiyê li 3 herêmên sînorî yên di navbera Şiyê û Raco de avahiyên niştecihiyê ava dike.
Li gorî malperê avahiyên niştecihiyê di navbera gundê Çeqela û heta bi gundê Şadiya yê navçeya Raco tên avakirin
Tê payîn ku dagirkeriya Tirk û çete wê koçberên din ên Idlibê bînin û li wê herêma Sînorî bi cî bikin.
Di heman çarçoveyê de, beriya derdora mehekê desthilatên dagirkeriyê li deşta Erendê ya di navbera gundê Çeqela û Qermitliq li ser dirêjahiya 3 KM çarkoşe kargeheke blokan ava kir.
Her wihe hejmareke maşîneyên giran anîn û rêyek çêkirin.
Li gorî çavkaniyên xwecihê, wê 300 malbatên çeteyên El-Emşat ên ku di şerê Lîbya de hatine kuştin, li wir bi cî bibin.
Çeteyan keçeke 30 salî ji Cindirêsê revand
Li aliyekî din çeteyên dagirkeriyê, revandina xelkê herêmê û bi taybet jinan ji bo bidestxistina pereyan wek fidye dewam dikin.
Çeteyan 24`ê Çileyê keçeke Kurd bi navê Xalîde Hisên Henan 30 salî ji bajarokê Cindirêsê revand.