Îran: Amerîka wê sûdê ji mîna şêwazê Trump negire

Wezîrê Derve ya Îranê, derbarê rakirina cezaran bersiv da DYA ku wê sûdê ji mîna şêwazyê Trump negirin.

Wezîrê Derve ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf bi daxuyaniyekê îşaret bi biryara Meclisa Ewlekariyê a destekdayîn lihevkirina Nûklerî kir û got:

“DYA lihevkirina Nûklerî binpê kir, şandina xwarin û derman bo Îranê asteng kir û yê li gorî biryara 2231 meşiyan ceza kir.

Lê tevî van astengiyan jî, ji bo sererastkirina lihevkirinê, em pabendî lihevkirinê bûn.

Divê kî niha gava destpêkê bavêje؟ Bineketina Trump di domandina zextan, bînin bîra xwe…”

Şêwermendê Serokê Îranê Hisam El-Dîn Aşîne, helwesta rêveberiya Amerîkayê ya nû bi yê Trump ku encaman bi xwe re nayine, pênase kir.

Back to top button