Kremlîn: Girtina mixalîfên daxwaza berdana Navalny dike qanûnî ye

Hikumeta Serokê Rûsya Vladimir Putin bi bertekên ji ber girtina serokê mixalîfan Alaksey Navalny re rûbirû maye.
Tevî bertekan Kremlinê got,
Girtina mixalifan ya ji ber daxwaza berdana Navalny qanunî ye.

Berdevkê Kremlîn Dmitriy Peskov têkildarî girtina serokê mixalîfan Aleksey Navalny û binçavkirinên xwepêşandanên 23’ê Çile ku ji bo Navalny pêk hatî daxuyaniyek çapemeniyê da.

Dmitriy Peskov diyar kir ku beriya xwepêşandanan wan fikarên xwe anîne ziman û got,

Beşek ji mixalîfên di xwepêşandanê de hatine girtin, di çarçoveya gavên qanûnê de pêk hatiye.

Peskov daxuyakirin ku hêzên lekerî karê xwe heta roja îro pêk anîne û ji bo binpêkirinên pêk hatî jî xebatê dikin.

Di vê navberê de Peskov bang li şirketên tevna civakî kir ku rê li pêşiya bangên xwepêşandanên li ser malberên civakî tên kirin bigrin.

Piştî xwepêşandanan xuşka Navalny, parêzer û alîkarê wî jî ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin.

Back to top button