Leyla Guven: Ji ber ku em mafdar in, teqez emê bi ser kevin

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji Girtîgeha Jinê ya Xarpêtê bi rêya ajansa nûçeyan a Jinnews’ê peyamek şand û diyar kir ku em li derve an jî li hundir bin, ji ber ku em mafdar in, emê teqez bi ser bikevin.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê Leyla Guven di rûniştina li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin, 22 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn.

Leyla 21’ê Kanûna 2020’î de hatibû binçavkirin, 22’yê Kanûnê jî hat girtin û ew şandin Girtîgeha Jinê ya Amedê.

Di heman rojê de di saetên şevê de parêzerên Leyla dema diçin ji bo hevdîtinê, hîn dibin ku ew şandine Girtîgeha Xarpêtê.

Leyla Guven ji girtîgehê bi rêya ajansa nûçeyan a Jinnews’ê peyamek şand.

“Azadî dema tu jiyana xwe bixî talûkeyê tu dikarî bi dest bixî”.

Leyla Guven bi vê gotina bîrewerê navdar Hegel dest bi peyama xwe kir.

Leyla diyar kir ku nûnertiya wê ya dayina bedel a ji bo gelê ku ziman, çand, nasname, siyaset, rêxistina azadiyê lê tê qedexekirin, ne nû ye û anî ziman ku bi salan kurd bi hiqûqek taybet hatine darizandin.

Leyla îşaret bi binpêkirina li girtîgehan kir û anî ziman ku girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin, gelek girtî tevî ku cezayên wan diqedin jî nayên berdan, cezayên dîsîplînê yên kêfî ji bo girtiyan tên dayin. Mixabin rastiyeke wiha ya girtîgehan heye.

Leyla Guven ev yek bi pirsgirêka kurd bi nav kir û eşkere kir ku çareseriya pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk pêkan e.

Leyla got:

Emê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin. Bi hêvî ne, bi biryar in, mafdar in em ê teqez bi ser bikevin.”

Leyla anî ziman jî ku em li hundur bin an li derve jî bin em nasekinin. Em ê bi hev re bi pêşengiya jinê honandina jiyana azad bidomînin.

Ji diyarê Sara û Mazlûman tevî rêhevalên min ên jin ên li vir in ji bo herkesî silavên xwe dişînin û rêzê nîşan didin.

Back to top button