PDK û hikûmeta Iraqê ji bo petrola Dîbega hatine beramberî hev

Ji ber qeyrana petrolê ya demek dirêj navbera Iraq û Başûrê Kurdistanê dikele, Bexda hêzeke xwe şand Başûr.

Duh êvarê saet 21:00’an, hikumeta Iraqê ji bo bîrên petrolê yên li herêma Dîbega ya Mexmûrê kontrol bike, hêz şandin herêmê.

Li ser vê yekê hate ragihandin, ku Mesrûr Barzanî hêzên xwe yên taybet ên bi navê Gulan û hêzên roj şandin herêmê.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, ji ber vê aloziya heyî ya şandina hêzan, herikîna petrolê ya ji bo Tirkiyê jî hatiye sekinandin.

Cîgirê Berpirsê Malbenda (YNK) ya Mexmûrê Reşad Gelalî ragihand ku Amerîka û Fransa der barê liv û tevgera hêzên PDK ya li herêma Mexmûrê de hişyarî da hikumeta Başûr.

Reşad Gelalî got:

“Hêzên ku li ser navê hikumeta Başûrê Kurdistanê hatine şandin, girêdayî PDK’ê ne. Aloziya li herêmê ber bi şerekî ve diçe.”

Tê gotin, herêma Dîbega û hawîrdora wê nêzî 2 hezar bîrên petrolê hene û li jêr serweriya hikumeta PDK ne.

Back to top button