Kongra Star û PYD’ê yên Libnanê banga rawestandina sûcên li dijî jinan kir

Li Libananê jî şehîdxistina hevseroka Meclisa bajarokê Til El- Şayir û cîgira wê hat şermezarkirin.

Kongreya Star û PYD’ê yên Libnanê der barê şehîdxistina herdu jinan daxuyaniyên cuda dan.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de, şehîdxistina herdu jinan şermezar kir û teqez kir, ew ê dengê xwe li hemberî binpêkerên mafên jin û mirovan bilind bikin û asta têkoşînê li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinê mezin bikin.

PYD’ ê jî piştrast kir ku ev yek ti carî vîna jina azad naşkîne ji ber ku şoreşa Rojava bi şoreşa jinan tê naskirin.

Kongra Star û PYD’ê, di dawiyê de bang li rêxistinên hiqûqî, mirovî, civaka sivîl, NY û raya giştî kir ku sûcên li dijî jinan rawestînin.

Back to top button