Li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan; çalakiya greva birçîbûnê ya li 107 girtîgehî, di roja 64. de berdewam dike.
Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî, bi pêşengtiya jinan di 18’ê Kanûna 2020’an de, çalakiya grevê dest pê kir û di roja 43’yan de ye.
Li kampa Lavrîo ya Yûnanistanê jî, ji bo bi dawîkirina tecrîdê, çalakî di roja 26’emîn de didome.
Berdevka HDP’ê Ebru Gunay: Daxwazê girtiyan daxwazên me ye
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay îro di civîna partiyê de, anî ziman “Her roj li wî welatî bêhiqûqî heye û bi hezaran mirov li dijî van neheqiyan di gireva birçîbûnê de ne.”
Ebrû Gunay tekez kir “Daxwazên girtiyan daxwazên rewa û demokratîk in û ji bo werin pejirandin, ew ê têkoşîna xwe her bilind bikin.”