Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bang li çeteyên dewleta Tirk kir ku ji Lîbyayê derkevin.
Meclisa Ewlekar ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî duh rewşa Lîbyayê nîqaş kirin û di daxuyaniyekê de bang li hemû çekdar û çeteyên biyanî kirin ku yekser ji Lîbyayê derkevin.
Meclisa Ewlehiyê di daxuyaniyê de diyar kir ku divê hemû hemwelatiyên Lîbyayê û aliyên navneteweyî qedexekirina çekan û peymana agirbestê, esas bigirin.
Sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres jî diyar kir Agirbest hîna di meriyetê de ye.
Guterres ku ji çapemeniyê re axivî, got: “Divê hemû çete û hêzên biyanî dev ji gelê Lîbyayê û kar û barên wan berdin. Ji ber ku gelê Lîbyayê îspat kir ku ew dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin.