Bertekên li dijî şehîdxistina Hevseroka Meclisa Bajorokê Til El-Şayîr Seida El-Hermas û cîgira wê Hind El-Xidêr didomin.
Endama Rêveberiya Kongra Star a navçeya Tirbespiyê Klara Edessa, Jinên Minbic û Dêre Zorê diyar kirin ku wê bi zext û êrîşan têkoşîna jinan têk neçe.
Çeteyên DAIŞ`ê roja 22`yê vê mehê Hevseroka Meclisa Bajorokê Til El-Şayîr a girêdayî navçeya Deşîşa Seida El-Hermas û cîgira wê Hind El-Xidêr revandin û piştre ew kuştin.
Derbarê armanckirina her du jinan de bertekên tund rojane derdikevin.
Endama Rêveberiya Kongra Star a navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo, Klara Edessa axivî.
Jinên li Minbicê: Bi êrîşan wê vîna jinan neyê têk birin
Li aliyekî din jinên ji bajarê Minbicê diyar kirin ku kuştina her du rêveberên jin ji bo mirovahiyê şermek e û armanca jê şikandina vîna jinan e.
Jina bi navê Rabia Bekro got:
Sûcê ku ji aliyê şaneyên veşartî yê DAIŞ’ê li dijî Seida û Hind sûcekî şer e.
Zehîda Îshaq jî eşkere kir ku Armancakirina jinan sûceke û dermirovî ye, lê wê hêz û israra jinan têk neçe.
Her wiha jina bi navê Xada El-Hemîd sûcên li dijî her du rêveberan şermezar kir û banga hesabxwestina ji dewleta Tirk a dagirker kir.
Jinên li Dêra Zorê: Bila rêxistinên mafên mirovan sûcên dewleta Tirk rawestînin
Bi heman armancê, Jinên çalakger ên ji gundewarên rojhilatê Dêra Zorê gotin:
Çeteyên DAIŞ`ê dengek birîn, lê dengê bi hezaran jinên azadîxwaz bilind bû.
Endama Rêveber a Rêveberiya Jinan a Hecînê Huda El-Dexîl diyar kir ku sûcên li dijî van jinan rola jinan a di avakirina aştiyê de dike armanc.
Hevseroka Şaredariya Gel a Hecînê Ehed El-Merkaz jî anî ziman ku jin dikare fikirê xwe pêş bixe û ev jî bandoreke neyînî li planên dewleta Tirk û çeteyên xwe dike.
Hevseroka Şaredariya Gel a bajarokê El-Şafa ya rojhilatê Dêrazorê Zehra El-Şahir jî da zanîn ku dagirkeriya Tirk hewl dide aramî û ewlehiya herêmê têk bibe û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku êrîşan rawestînin.