Xelkê Êlihê ji bo yekîtî û gireva birçîbûnê meşiyan

Îro li Bakurê Kurdistanê partî û saziyên Kurd ji bo yekîtî û piştgiriya berxwedana zîndanan li Êlihê, tevî astengiyên polîsan jî meşek pêk anîn. Polîsan êrîş bir ser meşa yekitiyê, 8 kes hatin binçavkirin.
Her wiha li Wanê jî di encama operasyonên qirkirina siyasî de 6 kes hatin binçavkirin

Li Bakûrê kurdistanê zext û êrîşên desthilata faşîst a AKP’ê ya li dijî hêzên muxalîf bi taybetî jî kurdan her diçe zêde dibe.

Gelê Kurd û Sazî û Rêxistinên demokratîk yên Bakûrê Kurdistanê jî li dijî van zext û êrîşan têkoşîna xwe didomînin.

Ev demeke bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk-KCD’ê li Êlihê xebatên yekîtiyê tên meşandin.

Lê faşîzma AKP-MHP’ê wek hercar êrîşan dibe ser xebat û hewldanên yekîtiyê.

Gelê Kurd û sazî û rêxistinên Kurd jî li dijî van êrîşan berxwedan û têkoşîna xwe didomînin.

Îro jî KCD’ê, DBP’ê TJA’yê û HDP’ê, di çarçoveya xebatên yekitiye neteweyî li Êlihê xwestin wek fînala xebatên xwe yên çend rojan daxuyaniyekê bidin.

Lê polîsên Tirk xwestin daxuyaniyê asteng bikin. Li ser hewldanên astengkirinê girseyê dest bi meşa yekîtiyê kir.

Girseya gel bi sloganên “Bijî berxwedana zindanan” û “Zext nikarin bi me” bersiv da polîsan û heta Kolana Amedê meşiyan.

Polîsan êrîş bir ser meşa yekitiya neteweyî ya li Êlihê, 8 kes hatin binçavkirin û parlamenterên HDP’ê bi êrişa polîsan re rûbirû man.

Li Wanê bi ser de girtina malan de 6 kes hatin binçavkirin

Her wiha li Wanê jî polîsan bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de girtin.

Li malan lêgerîn pêk anîn û piştî lêgerînê herî kêm 6 kes hatin binçavkirin.

Hinceta binçavkirinan nehat zanîn, kesên hatine binçavkirin jî birin Miduriyeta Polîsan a Wanê.

Back to top button