Bi tevlîbûna 100 delegeyan li bajarê Silêmaniyê hat lidarxistin

Konferansa 3’emîn a Jinên Ciwan ên Têkoşer li bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê bi dirûşmeya, “rêxistinbûna jinên ciwan azadiyê tîne” hat lidarxistin.

Jinên ciwan ên Şengal, Mexmûr û Rojhilatê Kurdistanê, 100 delege tevlî konferansê bûn.

Di konferansê de endama Jinên ciwan Kanî Çiya axivî û diyar kir ku lidarxistina konferansê di vê demê xwedî giringiyeke mezin e.

Kanî Çiya da zanîn ku pergala dewletê bi şerê aborî, medya, derûnî û fikrî hewl dide, vîna jinan têk bibe û got, Lewra jin li dijî vê pergalê ne.

Kanî Çiya da zanîn ji ber vê yekê jî jin xwe bi rêxistin dikin..

Piştî axaftinan peyamên jinên ciwan ên Mexmûr, Şengal û Rojhilatê Kurdistanê hatin xwendin û rapora du salan a kar û xebatê ya Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer hate parve kirin.

Di konferansê de pirsgirêkên jinên ciwan û rêyên çareseriyê hate nîqaşkirin.

 

Back to top button