Li Awûstralyayê nûnerên Kurdan bi parlamenteran re rûniştin

Derbarê tecrîda ser Rêber Ocalan nûnerên Kurdên li Awûstralyayê bi parlamenterên welat re hevdîtin kirin û parlamenteran gotin ku wê daxwazan bixin rojeva parlamentoyê.

Nûnerên Kurdên li Awûstralyayê, bi Parlamenterê Federal ê Partiya Karker Peter Khalîl û parlamenterê Eyaleta Galler a Başûr a Nû ya ji Partiya Keskan Davîd Shoebrîdgre hevdîtin kirin.

Berdevkên KNK û Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk, diyar kirin ku tecrîda ser Ocalan xizmetê ji aştiyê re nake.

Hat destnîşankirin jî ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê di raporeke xwe de li ber tecrîdê rabûye.

Parlamenterên Awûstralyayî: Wê tecrîda ser Ocalan bibe rojeva parlamentoyê

Li gorî nûnerên Kurdan, parlamenter Peter Khalîl anî ziman ku wê van daxwazan bixin rojeva partiya xwe û parlamentoyê.

Her wiha wê bi hevkarên xwe yên li Ewropayê re mijarê nîqaş bikin.

Parlamenterê Partiya Keskan Davîd Shoebrîdgre jî diyar kir ku wê hem greva birçîbûnê hem jî tecrîdê di nava partiyê de binirxînin û bixin rojeva parlamenta federal û eyaletê.

Back to top button