Rêveberiya Xweser: Ji ber alîkariya cotkaran em nikarin beşek din Sotemeniyê belav bikin

Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê diyar kir ku ji ber ku piştgiriyê didin cotkaran, di dema niha de nikarin beşeke din ji mazotê li ser welatiyan belav bikin.

Hevserokê Rêveberiya Sotemeniyê Sadiq Mihemed eşkere kir ku wan niha miqdareke ji mazotê ji bo cotkaran belav kirine lewma niha nikarin beşeke din ji mazotê belav bikin.

Mihemed got: “Werza genim ji bo şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girîng e, ji ber vê yekê em niha mazotê li cotkaran belav dikin.”

Sadiq Mihemed destnîşan kir ku gelek gilî ji wan re hatine û wiha dewam kir: “Hin malbatan tenê 220 lître mazot wergirtin û yên ku tenê ew miqdar wergirtine dikarin serî li rêveberiya sotemeniyê ya li herêma xwe bidin û li gorî wê dê 220 lître mazot ji wan re bê dayîn.”

Sadiq Mihemed destnîşan kir ku tenê hinek herêm li bajarê Reqayê mane ku tenê 220 lîtreyên mazotê wergirtine û got: “Em niha hewl didin miqdara mayî jî belav bikin da ku wekî herêmên din 440 lître bên belavkirin.”

Back to top button