Jinên li Helebê: Dewleta Tirk êrîşî jin û zarokan dike

Jinên li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê li dijî êrîşên li ser Til Rifetê bertek nîşan dan û diyar kirin dewleta Tirk a dagirker êrîşî jin û zarokan dike lê civaka navnetewî ti helwestekê nîşan nade û ev jî hevkariya wan nîşan dide. Jinan dan zanîn ku divê herkes li ber van êrîşan rabe.

Dewleta Tirk rojane bê navber herêma Şehbayê cihê ku koçberên Efrînê lê dimînin, topbaran dike.

2’yê Kanûna 2019’an dewleta Tirk û çeteyên xwe navçeya Til Rifetê ya Şehbayê topbaran kir.

Di encama wê topbaranê de 10 kes jê 8 zarok hatin kuştin.

Ev ne bes bû vê carê, 23’yê Çileya 2021’an de careke din dewleta Tirk êrîşî Til Rifetê kir.

Li vir jî jinek û du zarok hatin kuştin..

Li dijî vê yekê jinên li Taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê xwedî helwest û bertek in.

Jina bi navê Emîne Reşîd diyar kir ku dewleta Tirk di asta yekemîn de jin û zarokan dike armanc.

Jinên li Helebê: Bêdengiya civaka navdewletî hevkariyê nîşan dide

Jina bi navê Zeyneb Nasir jî kirinên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir, û bêdengiya civaka navdewletî bi hevkariya kirinan bi nav kir.

Jinên li Helebê: Divê her kes li dijî êrîşan derkeve

Jina bi navê Fehîme Şêx Heyder jî da zanîn ku divê her kes li dijî êrîşên li ser Til Rifatê derkevin.

Back to top button