Ambargoya firotina çekan ji Tirkiyê re di rojeva Meclisa Almanya de ye

Almanya çekan difiroşe dewleta Tirk û Enqere jî bi van çekan li rojhilata navîn gefan dixwe.
Meclisa Almanya li ser pêşniyara ambargoya çekan li ser dewleta tirk were pêkanîn, îro di civata giştî de xist rojevê.
Partiya Keskan daxwaza rawestandina firotina çekên noqavî û Partya Çep jî daxwaza pêkanîna ambargoya frotina çekan ji Tirkiyê re dikin.

Îro cara yekemîn pêşniyara ambargoya firotina çekan ji Tirkiyê re, dikeve rojeva civata giştî ya Meclisa Federal ya Almanya.

Li ser mijarê partiyên mixalîf Keskan û Partiya Çep 2 pêşniyaznameyên cuda amade kirin.

Ev pêşniyaz wê pêşkêşî rojeva meclisê were kirin.

Partiya Keskan, daxwaza rawestandina firotina noqîvanan ya ku 2009’an ji bo Tirkiyê dan.

Partiya Çep jî daxwaza rawestandina hemû çekên ku ji bo Enqere tên şandin kir.

Divê frotina noqîvanan bo Tirkiyê were rawestandin

Partiya Keskan di pêşniyazê de îşaret bi hewildanên dewleta tirk û gefxwarinên wê yên li dijî Yewnanîstanê dike dibêje,

Dema di navebra Enqere û Atîna de alozî derketin, Tirkiyê keştiyên xwe yê şer anî ber sînorê Ewropa.

Partiya Keskan hewildanên derxistina aloziya dewleta tirk ya bi lêgerîna gaza xwezayî li Rojhilatê Derya Spî jî bibîr dixe û vê yekê weke sedemeke sereke ya danîna ambargoyeke çekan li ser Tirkiyê destnîşan dike.

Partiya Çep a Alman: Tirkiye piştevaniya çeteyan dike divê ambargoya çekan pêk were

Partiya Çep jî dibêje divê bi ti awayî çek ji bo Tirkiyê neyên şandin.

Partiya Çep destwerdana Enqere ya li Sûriye, Lîbya, herêma Qerebaxa Çiyayî û piştevaniya wê ji bo komên çete weke sedema sereke ya daxwaza ambargoya çekan li dijî wê dike.

Herdu pêşniyaz piştî di civata giştî de hatin destgirtin, wê ji bo ji bo komîsyona eleqeder ya meclisê were şandin.

Lê heta niha nehatiye zelalkirin ka wê pêşniyaz di ji bo Komisyona Enerjî û Aborî yan jî ji bo Komisyona derve were şandin.

Tê payîn pêşniyazên herdû partiyan di meclisê de bikeve dengdanê, lê nayê pêşdîtin ku were erêkirin.

Back to top button