Di xwepêşandanên li Trablusê de zêdeyî 100 kes birîndar bûn

Li Libnana ji ber krîza aborî û tevdîrên qedexeya ji ber vîrûsa Corona welat veguheriye qada şer.
Li bajarê Trablusê di navebra xwepêşandêr û hêzên ewlekariyê de pevçûn derket û zêdeyî 100 kes birîndar bûn.

Hêzên ewlekariyê yên li derdora avahiya Walî ya bajar kom bûyîn, ji bo belavkirina xwepêşandêran gaza bi îsot bikar anîn.

Xwepêşandêran jî li hemberî vê, bi keviran êrîşî hêzên ewlekariyê kirin.

Xwepêşandêran li nava kolanê agir bi konteyirên zibalê xistin.

Hêzên ewlekariyê jî li ser hesabê tevna civakî ragihandin ku komekê bi bombeyên destan êrîşî avahiya hikumetê ya li bajarê Trablusê kirine.

Ji ber pevçûnên dijwar yên rûdayî bi sedan kes birîndar bûn.

Xaça Sor ya Libanê ragihand ku wan 112 birîndar derman kirine.

14’ê Çileya 2021 ji bo tevdîrên li dijî vîrûsa Corona 10 roj biryara qedexeya derketina derve hatibû ragihandin.

Piştî biryara cara duyemîn heta 8’ê Sibatê hate dirêjkirin xwepêşandanên li welat despê kirin.

Back to top button