ŞEHÎD ÎLAN DARA BI ÇALAKIYA XWE YA FEDAYÎ BÛ SEMBOLA BERXWEDANA SERDEMÊ

“Dayikên ku em 9 mehan rakirin û em parastin, diparêzin , bila şehadeta min ji bo Efrînê çalakiyeke pîroz be û bila serê we bi min bilind be.”
Bi van gotinan û bi çalakiya xwe şehîd Îlan Dara mohra xwe ya dîrokî li Berxwedana Serdemê da.

Rojane li dijî dagirkeriya Tirk li gund û navenda bajarê Efrînê çalakî têne kirin.

Mîna vê rojê beriya salekê, berxwedaneke nû dest pê kir û di rûpelên dîrokê de bi tîpên zêrîn hate nivîsandin.

Şervanê Hêzên Antîterorê Îlan Dara li dijî dagirkeriyê û çeteyên wê çalakiyeke fedayî pêk anî û bû sembola Berxwedana Serdemê.

Dema gundê şehîd Îlan Dara rastî êrîşên çeteyên DAIŞ`ê di sala 2014`an de tê, israr dike ku çek rake, gund û gelê xwe biparêze.

Di 9`ê Mijdara sala 2016`an de Îlan Dara tevli nav refên YPG`ê dibe û piştre tev li Yekîneyên Antîterorê dibe.

Şehîd Îlan Dara ji destpêka êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve li ser Efrînê, tev li Berxwedana Serdemê dibe.

Piştî çalakiya fedayî ya têkoşer Avesta Xabûr û dijwarbûna êrîşan li herêma Cindirêsê, Îlan berê xwe dide herêmê.

Di 8`ê Adara 2018`an de an ku di Roja Jinan a Cîhanê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe li navenda herêma Cindirêsê zêde kirin.

Şehîd Îlan çalakiya xwe li dijî dagirkeriyê û çeteyên wê li navenda herêma Cindirêsê pêk anî û 22 şervan ji dorpêçê xilas kirin û bû sembola berxwedanê.

Beriya ku têkoşer Îlan Dara çalakiya xwe pêk bîne, dîmenê xwe qeyd dike û wek nameyekê ji dayika xwe re dişîne.

 

Leave a Reply

Back to top button