Êrîşên ku bi armanca dagirkeriyê pêk tên, ranawestin û duh careke din navçeya Eyn Îsa û gundên wê bûn armanca topbên dagirkeriya Tirk û hovên wê.
Artêşa Tirk û komên wê yên çete, duh di seatên şevê de, navçeya Eyn Îsa û gundên wê dan ber topban û gundên Mielek û rêya M4 bi çekên giran topbaran kirin.
Li gundên bakurê Eyn Îsayê, şerekî dijwar di navbera şervanên QSD û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de rû da.
Dagirkeran hewl da ber bi rêya M4 û gundên Mielek bi pêş ve biçin, lê şervanan bersiv da û ev yek pûç kir.
Şevê din li navçeya Sirîn a başûrê Kobanê jî, tevgera balafirên keşfê hebû, lê heta niha ne diyar e ev balafir ên kîjan dewletê ne.