Rûspiyê eşîra Şemer Ehmed El-Şetî diyar kir ku ji bo rêgirtina dijminahî û dagirkirina herêmê, hemû pêkhate amede ne, xwe di ber xaka xwe de feda bikin.
Rûspiyê eşîra Şemer, şêx Ehmed El-Şetî diyar kir ku Erdogan hewl dide dîroka Osmaniyan vegerîne û aloziyên welatê xwe veşêre.
El-Şetî got:
Dewleta Tirk û her kes girîngiya tecrubeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dizane, ku ew tecrubeyek ji rêza yekem e û hemû pêkhateyên cuda, kir yek. Ji lew re, li hemberî gefên li dijî herêmê destek in.
Ehmed El-Şetî bang li hemû rûspiyên eşîr û pêkhateyan kir, ku hevgirtin rêya tekane ya bidawîkirina dagirkeriya Tirk û parastina destkeftiyên gelê Sûriyê ye.