PAJK: EM Ê BI BERXWEDANÊ RÊ LI BER AZADIYÊ VEKIN

Kordînasyona PAJK’ê, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê û PKK’ê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî daxuyanî dan.
Di hemû daxuyaniyan de 8’ê Adarê li tevahî Jinên cîhanî hat pîrozkirin û wiha hat gotin:
Em ê bi berxwedanê rê li ber azadiyê vekin

Kordînasyona PAJK’ê, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê û Malpera PKK’ê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî daxuyanî dan.

Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê di daxuyaniya xwe 8’ê Adarê li tevahî Jinên cîhanî pîroz kir û wiha got;

Em ê bi berxwedanê rê li ber azadiyê vekin

Di şexsê Roza û Sarayan de jinên şoreşger ên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne bi hurmet û minet bi bîr tînin.

Em soz didin ku em ê dinyaya ku wan dixwestin ava bikin, biafirînin.

KCK: XETA AZADIYÊ YA JINÊ SÎSTEMA SERWERIYA ZILAM DIHEJÎNE

Bi heman armancê KCK’ê jî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî li tevahî jinan û mirovahiyê pîroz kir û got:

“Em şehîdên ku di têkoşîna azadiya jinê de jiyana xwe ji dest dane hemûyan bi minet û hurmet bi bîr tînin.

Rêber Apo bi rêzdarî silav dikin li ser bingeha îdeolojiya azadiya jinê têkoşîna azadiya jinê di asteke bilind de bi pêş ve bir”.

KCK’ê diyar kir ku xeta azadiya jinê ya Rêber APO ne tenê bandor li şoreşa jinên kurd kiriye û wiha domand:

“Ev xeta azadiya jinê li Tirkiye, Rojhilata Navîn û tevahiya dinyayê, sîstema bi serweriya mêr dihejîne.

Şoreşa Rojava ku Şoreşa Jinê ye, bûye mizgîniya tespîta Rêber Apo ku digot ‘Sedsala 21’ê wê bibe sedsala jinê”.

MALPERA PKK’Ê: BERXWEDANA JINÊ NEMIRBÛNA SARAYANE

Malpera PKK’ê jî ev roj li tevahî Jinan pîroz kir û berxwedana Jina Kurd bi bîr xist..

Em roja 8’ê adarê ku piratîk û îspata nemir bûna Sara’yan, Zîlan’an, Bêrîtan’an û Sema’yan e dest bi weşana malpera xwe dikin.

Leave a Reply

Back to top button