Hikumeta Şamê êrîşî nuqteyên çeteyan li Cebel El-Zawiyê kir

Li gundewarên Idlibê, hêzên hikumeta Şamê careke din dest bi topbarana xwe kir.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku ji duh ve û heta vê sibehê, hêzên hikumeta Şamê êrîşî nuqteyên çeteyên Tirkiyê li Cebel El-Zawiyê dike.

Ev êrîş bi taybet, bajarokên Filêfil, El-Fitêra, Sifohin û Kensefera yên li başûrê Idlibê kirin armanc.

Li Hemayê jî, hêzên hikumetê gundewarên Sehil El-Xab da ber topan.

15 maşîneyên dagirkeriya Tirk derbasî Idlibê bûn

Li gel van êrîşên domdar, derbaskirina çekan jî hema bi awayekî rojane li Idlibê heye.

Heman çavkaniyê diyar kir ku duh artêşa Tirk, 15 maşîneyên leşkerî û alavên lojistîk ji deriyê Kerfer Losîn derbasî Idlibê kirin.

Ji destpêka agirbesta Sibata sala 2020’an û heta niha jimara maşîneyên ku li herêma qaşo “bêçek” hatine bicihkirin, dibe 11 hezar û 655.

Back to top button