Siûdiyê dê bi Ewropa û rêveberiya biden re danûstandinê bike

Wezîrê Derve yê Siûdiyê Fêsel Bin Ferhan teqez kir ku welatê wî bi Ewropa û rêveberiya nû ya Amerîkayê re dide û distîne, da karibe pirsgirêkên li herêmê çareser bike, di nav de bernameya nuklerî ya Îranê. Fransa jî dibêje divê Siûdiyê beşdarî vê lihevkirina nuklerî bibe.

Wezîrê Derve yê Siûdiyê Fêsel Bin Ferhan teqez kir ku welatê wî bi dewletên Ewropî û rêveberiya nû ya Amerîkayê re dide û distîne, da karibe pirsgirêkên li herêmê çareser bike.

Îşaret pê kir jî ku, ew bawer in ew ê bi hevkariyeke giştî zora van berhengariyan bibin.

Rêveberiya serokê Amerîkî Joe Biden, niha lihevkirina nuklerî ya Îranê ku serokê berî wî Donald Trump jê vekişiyabû, careke din di ber çavan re derbas dike.

Egerî heye, Amerîka dîsa vegere lihevkirinê û ev yek metirsiyekê li gel welatên ku rastî gefên Îranê tên, çêdike.

Bin Ferhan anî ziman, ew ê bi herdu aliyan re bikevin nava têkiliyan, ji bo karibin bi çalakiyên Îran û bernameya wê ya nuklerî re bidin û bistînin.

Wezîrê Siûdî got:

“Em bi hêvî ne, ku cîhan li şûna balkişandina ser şerên leşkerî, berê xwe bide pêşxistin û xweşiya herêmê.

Ev yek jî pêwîstiya xwe bi hevkariyeke giştî heye”.

Macron: Divê Siûdiyê tevlî lihevkirina nuklerî bibe

Têkildarî mijarê, serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ji televîzyona Erebiyê re got:

“Wê danûstandinên bi Îranê re dê pir hişk bin û wê jê bê xwestin ku hevkarên me yên li herêmê, di nav de Siûdiyê, tevlî lihevkirina nuklerî bibin”.

Macron bi bîr xist ku “divê şaştiya 2015an dubare nebe, dema hêzên herêmî ji lihevkirina nuklerî hatin bidûrxistin û teqez kir ku divê Siûdiyê di çi lihevkirina bi Îranê re, amade be”.

Tîrmeha wê salê, (2015) ji bo Îran dûrî çêkirina bombeyeke nukerî bixin, gaveke diplomasî dîrokî hat avêtin û piştî 20 mehên danûstandinan, Amerîka, Almanya, Brîtanya, Çîn, Rûsya, Fransa û YE lihevkirina nuklerî bi Tehranê re îmze kir.

Serokkomarê Fransî her wiha hişyarî da, ku ji bo rêgirtina li ber bidestxistina Îranê ya çekên nuklerî, dem pir hindik maye.

Back to top button