LI DIJÎ NAMZETIYA BÛTIFLÎQA BI HEZARAN KES LI QADAN BÛN

Îro xelkê Cezairê, di îna xwe ya 3’yan de daketin qadan û hêrsa xwe li dijî namzetiya serok Ebid El-Ezîz Bûtiflîqa ya serokatiyê, nîşan da.

Ev În weke îna yekem e ku gelê Cezairê dadikeve qadan piştî ku Bûtiflîqa bi awayeke fermî xwe namzet nîşan da.

Bi hezaran kes li gelek bajaran daketin qadan û hat zanîn ku polîs hebûna xwe li peytextê zêde kir.

Şirketa veguhestinê ya Tirênan jî ragihad ku wan ji bo xwepêşandanên pêk werin, hemû tevgera xwe ya çûn û hatinê ber bi paytextê ve rawestand.

Her wiha, îro çapemeniyên Cezairê ragihandin ku çend ji parlamentoyên partiya “Eniya Rizgariya Niştîmanî” ya desthilat istîfaya xwe dan û tevlî xwepêşandên gel bûn.

Partiya desthilat jî ev tişt derewand.

Duh li Cezairê hevdîtina herî mezin di navbera aliyên muxlif de pêk hat, ku tê de 15 partiyên siyasî amadebûn.

Leave a Reply

Back to top button