Nordic Monitor: Çeteyên DAIŞ’ê li dibistaneke Stenbolê perwerde dibûn

Malpera Nordic Monitor a Swêdî eşkere kir ku çeteyên DAIŞ’ê berî ku tev lê bibin, li dibistaneke taxa Muhfiz a Stenbolê berî ku li Sûriyê tev li DAIŞ’ê bibin, dihatin perewrdekirin.

Nordic Monitorê da xuyakirin ku ev dibistan, ji bo hevdîtina digel çeteyan, her wiha ji bo rêbazên çûyîna Sûriyê û danîna stratejiyan dihat bikaranîn.

Monitorê da zanîn ku, Tirkiye ji demeke dirêj ve ji çalakiyên DAIŞ’ê haydar bû, lê ji bo pêkhatina berjewendiyên wê, çav digirt.

Li gorî agahiyan, gelek rapor hene tekez dikin ku serokê MÎT’ê Hakan Fidan jî berpirsê têkiliyên DAIŞ û Tirkiyê ye û ji salên destpêkê yên şerê li Sûriyê ve, alîkariyên leşkerî pêşkêşî çete û tundrewan dike.

Back to top button