
Îro, li navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî erebeyek teqiya, di encamê de 5 kes mirin, 14 jî birîndar bûn.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên mirovan ragihand ku li bajarê Efrînê erebeyek bombebarkirî li taxa Sînaa teqiya.
Di encamê de di nav de zarokek 5 kes mirin, 14 kes jî birîndar bûn.
Çavdêriyê diyar kir ku li gundê El-kistin yê girêdayî Cisir El-Şixûr a Idlibê erebeyeke çeteyekî Heyet Tehrîr El-Şam teqiya.