Çalakiya greva birçîbûnê di roja 65’emîn de didome

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Rêberê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat destpêkirin, ket roja 65’emîn. Her wiha Çalakiya li Mexmûr û li Yewnenistanê jî, dewam dike.

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê, 27’ê Mijdara 2020’an, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên di girtîgehan de, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya ku koma 13’emîn dewr girtiye, di roja 65’emîn de dewam dike.

Çalakiya li Mexmûrê û Yewnanistanê jî didome

Li Kampa Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî-Mexmûrê jî, li dijî tecrîdê, bi pêşengtiya jinan di 18’ê Kanûna 2020’an de, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin.

Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dewam dike, di roja 44’emîn de ye.

Welatiyên li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî, ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û piştgiriya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hatî destpêkirin, di roja 27’emîn de dewam dike.

Malbatên girtiyan jî banga hestyarî û piştgiriyê dikin..

Turkdogan: Divê girtîgehek bi navê Îmralî nemîne û divê bê girtin

Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a li Tirkiyê Ozturk Turkdogan jî diyar kir ku sîstema li Îmraliyê li ser Rêber Ocalan tê pêşxistin, tecrîd derbas kiriye û got: “Divê girtîgehek bi navê Îmarlî nemîne. Divê Îmralî bê girtin.”

Turkdogan bibîr xist ku ji bo li Tirkiyê pêvajoyeke aştiyê pêk were, çareserî Îmralî ye û diyar kir ku rêxistinên demokratîk, çep û sosyalîst l igel muxalefetê êdî dixwazin tecrîda li Îmralî nîqaş bikin.

Turkdogan li ser neçûna CPT’ê ya Îmraliyê jî got: “Ev pirsgirêk êdî ya me ye, divê em li Tirkiyê çareser bikin.”

Turkdogan destnîşan kir ku dema mijar dibe Îmralî Tirkiye ti qanûnên xwe pêk naîne.

Back to top button