Li Kobanê, li hemberî zewaca di temenê biçûk de çalakiyek hat lidarxistin

Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê li dijî hişmendiya kapîtalîzmê û zewaca di temenê biçûk de çalakî li dar xistin.

Bi dehan jinên ji Kantona Kobanê bi pêşengiya Yekitîya Jinên Ciwan li Qada Jina Azad kom bûn û li dijî hişmendiya kapîtalîzmê û zewaca di temenê biçûk de çalakiyek li dar xistin.

Di destpêkê de Endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan Dîlber Yûsif axivî û got:

Hişmendiya kapîtalîst di roja îro de herî zêde ciwanan hedef digire.

Me jî weke Yekitîya Jinên Ciwan li dijî kapîtalîzmê çalakiyek bi rêxistin kir, ji bo ku em bikaribin jinên ciwan û civakê ji vê hişmendiyê biparêzin.

Di dawiya çalakiyê de jinên ciwan bi dirûşma “Jin jiyan azadî” agir berdan cilê bûkaniyê.

Back to top button