Koşka Spî: Demek diyarker yê vegera li peymana Nûkleerî nîne

Yek ji mijarara herî sereke niha çav li sere vegera DYA li peymana nûkleerî ya bi Îranê re ye. Berdevka Koşka Spî ragihand ku ti demek diyarker ji vegera wan ya li peymanê re ne hatiye zelalkirin.

Mijara vegera li Peymana Nûkleerî ya navbera DYA û Îranê de, hîna cihê xwe di nava yek ji rojevên herî sereke yên li seranserê cîhanê de digre.

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki di daxuyaniya çapemeniya rojane de li ser mijarê axivî.

Jen Psaki diyar kir ku di destê wan de ti demek diyarkirî nîne ku ji bo vegera li Peymana Nûkleerî ya bi Îranê re eşkere bike.

Lê pêwiste, Îran xalên bingehîn yên peymana nûkleerî pêk bîne.

Psaki beriya niha jî anî bû ziman ku ji bo avakirina têkliyên bi Îranê re, Rêveberiya Joe Biden ji Tahranê re şanseke.

Berdevka Koşka Spî got,

Ew têkildarî mijara nûkleerî ya Îranê, dê bi hevalbendên xwere kar bikin.

Back to top button