Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê wê serdana Almanya bike

Almanya ji bo kêmkirina aloziya li Rojhilatê Derya Spî hewildanên xwe yên navbeynkariyê didomîne.
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar wê bi hempîşeya xwe ya Alman Kramp-Karrenbauer re bicive.

Civîna navbera aliyan wê roja sêşemê li paytexta Almanya Berlînê pêk were.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Almanya li têkildarî hevdîtinê ji ajansa AFP’ê re axivî.

Berdevkê Wezaretê diyar kir ku wê di cîvîna aliyan de li ser mijara çareseriyeke ji aloziya li rojhilatê dêra Spî re nîqaş were kirin.

Kramp-Karrenbauer hefteya derbasbûyî jî li ser mijarê bi hempîşeyên xwe yên Qibris û Yewnanîstanê re axivî bû.

Ambargoya firotina çekan ji Tirkiyê re di rojeva meclisa Almanya de ye

Beriya vê serdanê, doh cara yekemîn pêşniyara ambargoya firotina çekan ji Tirkiyê re, dikeve rojeva civata giştî ya Meclisa Federal ya Almanya.

Li ser mijarê partiyên mixalîf Keskan û Partiya Çep 2 pêşniyaznameyên cuda amade kirin.

Partiya Keskan, daxwaza rawestandina firotina noqîvanan ya ku 2009’an ji bo Tirkiyê dan.

Partiya Çep jî daxwaza rawestandina hemû çekên ku ji bo Enqere tên şandin kir.

Back to top button