LI STENBOLÊ, POLÎSAN BI GAZÊ ÊRÎŞÎ ÇALAKIYA JINAN KIR

Li Taksima Stenbolê jî, bi boneya 8’ê Adarê bi hezaran jin ji bo “17’emîn Meşa Şev a Femînîst” li hev civiyan, lê polîsan bi bombeyên gazê êrîşî wan kirin.

Bi hezaran jin ji seat 19:30’an ve li pêşiya Navenda Çanda Fransî li hev civiyan û di meşê de bi biryar bûn, lê polîsan bi gaza rundikrêj êrîşî wan kir.

Tevî mudaxleyê jî, jin dirûşmeyên “Em bêdeng nabin, em natirsin” qîr kirin.

Her wiha welatî û esnafan li dijî vê pêkanîna keyfî ya polîsan nerazîbûn nîşan dan.

Pişte çalakiya jinan li kolanên Taksimê hat domandin.

Leave a Reply

Back to top button