Li dijî belavbûna Corona, Fransa sînorên xwe ji welatiyên derveyî YE re digre

Fransa careke din tevdîrên li çarçoveya pandemiyê de tund tir dike.
Fransa sînorê xwe ji welatiyên ku ji derveyî sînorê YE tên re digre.
Ji sibe û pêde, ji derveyî rewşek taybet biryar dikeve meryetê.

Serokwezîrê Fransayê Jean Castex ragihand Fransa ji bilî welatên YE dê sinorên xwe li gel serdanên hemû welatan bigire.

Tenê di rewşên awerte de wê destur were dayîn.

Piştî civîna ligel Wezareta Parastinê ya Fransayê, Castex ragihand ew niha qedexeyê ranagihînin, lê çend rojên pêş dê xuya bibe ka pêwistî heye bi qedexeyê an na!

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron diyar kir ku qedexe pirseke yasayî ye, lê hemû dizanin bandora wê li ser hemû aliyan heye.

Li Fransa ya ku xwedî 67 milyon niştecihî ye, ji despêka pandemî û heta niha li gorî daneyên fermî 3 hezar kes bi vîrûsê ketine.

Ji van 75 hezar û 600 kes ji ber vîrûsê mirine.

Back to top button