Li Qamişlo bombeyeke destan hate teqandin

Kesên nenas li nêzî stasyona sotemeniyê ya li taxa Kornîş a bajarê Qamişlo bombeyeke destan avêtin. Di encamê de ziyanên madî çêbûn.

Kesên nenas li nêzî stasyona Lazgîn a Sotemeniyê ya li taxa Kornîş a bajarê Qamişlo bombeyeke destan avêtin.

Di encamê de ziyanên madî gihiştin erebeyekê ku nêzî stasyonê hatibû bicihkirin.

Hêzên Asayîşê çûn cihê teqînê û lêpirsîn dan destpêkirin.

Back to top button