Encamnameya komxebata Hiqûqî ya 2. hate eşkerekirin

Komxebata hiqûqî ya duyemîn a der barê sûcên dermirovî li Efrînê dagirkirî de bi encamnameyekê bi dawî bû. Di encamnameyê de hate gotin ku divê dagirkirina xaka Sûriyê ji hêla dewleta Tirk ve were bidawîkirin û koçber bi sponseriya navneteweyî li warên xwe vegerin.

Bi armanca balkişandina ser sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê pêk tînin, Komxebata Hiqûqî ya Duyemîn a derbarê binpêkirinên li Efrîna dagirkirî de hat lidarxistin.

Komxebata Hiqûqî li bajarê Qamişlo pêk hat.

Di komxebatê de behsa sûcên dewleta Tirk hatin kirin û bi rêya nîqaş, girtina nêrîn û pêşniyaran, komxebat bi encamnamê bi dawî bû.

Hin ji xalên Encamnameyê weha ne:

-Sûcên ku dewleta Tirk li dijî jinên li Efrînê pêk tîne, sûcên qirkirina komî ye û divê li pêşa civaka navneteweyî werin eşkerekirin.

-Divê ji NY’yê were xwestin ku komîteya lêpirsînan a navneteweyî ji kantona Efrînê re were şandin, da ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê li Efrînê pêk tîne werin lêpirsîn.

-Divê bang li NY’yê û aliyên navneteweyî yên têkildar were kirin ku li hember sûcên li dijî bi sed hezaran koçberên li Efrînê, berpirsiyar bin.

-Divê têkilî bi aliyên navneteweyî, akademisyen, lêkolîner û çalakgeran re pêk bê, da ku dosyayan li ser sûcên li Efrînê pêk tên amade bikin û pêşkêşî dadgehên navneteweyî ya Ewropî bikin.

-Divê komîteyeke herêmî û navneteweyî ya şopandina biryar û perspektîfên ji komxebatê derketine, were avakirin û lidarxistina komxebat û forumên bê yên têkildarî vê yekê werin amadekirin.

Back to top button