4 çekdarên Dîfa El-Wetenî hatin kuştin

Li Dêra Zorê, 4 çekdarên Dîfa El-Wetenî yên girêdayî Hikûmeta Şamê, di encama teqîna mayînekê de, hatin kuştin. 

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li çolistana Dêra Zorê, mayînek ji bermahiyê DAIŞ’ê, hat teqandin û 4 çekdarên Dîfa El-Wetenî, hatin kuştin.

Li Idlibê şerê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên Tirkiyê de berdewam e

Li aliyekî din jî, şer li eniyên Idlib û Hemayê, di navbera hêzên hikûmetê û çeteyên Tirkiyê de, li dar e.

Çavdêriyê diyar kir ku duh di saetên şevê de, artêşa Hikûmetê gundewarên başûrê Idlibê, da ber topan.

Li Hemayê jî gundê Qilêdîn ji hêla hêzên hikûmetê ve,hat armanckirin lê der barê ziyanê van êrîşan de ti agahî nehatine bidestxistin.

Back to top button