Asayîşa Reqayê: Erebe li ser benda kotrolê ranewestiyan, asayîşê deswerdan kir

Li ser bûyera, armanckirina erebeya hevserokê Meclisa sivîl a Dêra Zorê ku duh li bajarokê Kerama yê li Rojhilatî Reqayê rûdayî, Hêzên Asayîşê yên Reqayê bi daxuyaniyekê da zanîn ku sê erebe li ser benda kontrolê ranewestiyan, ji ber wê, wan destwedan kirin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşê ya Reqayê ragihand “Sê erebe li benda leşkerî ranewestiyan, ji ber vê yekê endamên li ser bendê destwerdan kirin û gule li erebeyê barandin.”

Fermandariyê da zanîn ku di encama gulebaranê de, ajokarê erebeyê şehîd bû û 3 kes birîndar bûn.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşa Reqayê eşkere kir “Vê dawiyê hat naskirina ku erebe girêdayî hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêra Zorê ye” û ragihand yekser lêpirsînê derbarê bûyerê de hat vekirin.

Demên dawî tevger û sûcên şaneyên çeteyan li herêmê zêde bûne, lewma hêzên Asayîşê yên herêmê jî xebatên xwe ji bo aramiya herêmê, tund kirine.

Herî dawî jî çeteyan her du jinên berpirs di Meclisa Bajarokê Til Şayir de şehîd xistibûn

Back to top button