Mezlûm Ebdî: Sedema aloziya ewlehiyê li Qamişlo û Hesekê hişmendiya hikûmetê ye

Fermandariya Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî sedema aloziya ewlehiyê ya li çargoşeya Qamişlo û Hesekê, bi zihniyeta hikumeta Şamê ve girêda.
Mezlûm Ebdî hêviya xwe bi rêveberiya nû ya Amerîkayê anî ziman û diyar kir ku têkiliyên wan bi Amerîk û Rûsiya re jî berdewam dikin û hew didin hevsengiyê çêkin.

Ev demeke komên bi navê Dîfa El-Wetenî tevliheviyan li bajarên Hesekê û Qamişlo derdixin.

Herî dawî jî li Hesekê, komên bi ser Rêjîma Sûrî de, beşekî ji şêniyên Hesekê weke karmend û yên di çargoşeya Ewlekariyê de dijîn, weke mertalên zindî li dijî Hêzên Asayîşê bi kar anîn.

Li ser herêmên Şehba û Şêxmeqsûdê jî, ev demek e dorpêça hikumeta Şamê heye û bi dehan sivîl hatine girtine.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî derbarê tevger û hewldanên derxistina tevliheviyê a hikûmeta Şamê li dijî herêmê ji televizyona El-Hedes re axivî.

Mezlûm Ebdî, sedema aloziya ewlehiyê ya li çargoşeya Qamişlo û Hesekê, bi zihniyeta hikumeta Şamê ve girêda.

Mezlûm Ebdî: Serdan herî dawî ya MSD’ê bo Şamê ne serkeftî bû

Mezlûm Ebdî da zanîn ku şandeyek MSD’ê serdana Şamê kirin lê hevdîtin bê encam bû û bibîxist ku hîna hikûmeta Şamê bi hişmendiya beriya 2011’an tev digere.

Ebdî dibêje:

“Sedema aloziya ewlehiyê ya herî dawî, ne ji ber serdana dawî ya MSD’ê ye.

Ji ber ku berî niha jî serdanên bê encam hebû, sedema bingehîn ewe rêjîm gefa êrîşeke leşkerî li ser herêmê dike.

Ev yek hişt ku em van helwestan li dijî Hêzên rêjîmê bigirin.”

Mezlûm Ebdî: Têkiliya me bi rêveberiya nû ya Amerîkayê re heye

Mezlûm Ebdî derbarê rêveberiya nû ya serokê Amerîka Joe biden de jî got:

“Danûstandina me bi rêveberiya nû ya Amerîkayê re heye.

Bernameya karê hevbeş di dema bê de di navbera Rêveberiya nû û QSD’ê de tê amade kirin.

Lewma em hêvî dikin ku rêveberiya Amerîka ji bo çareseriya Sûrî siyasetek diyerker bide meşadin.”

Fermandarê Giştî yê QSD’ê destnîşan kir ku danûstandinên wan bi hêzên Rûsiya re jî berdewam dike.

Back to top button