SENHERÎB BERSUM: DIVÊ RÊVEBERIYA XWESER BEŞDARÎ DIYALOGÊN ÇARESERIY BÊ KIRIN

Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryan Senherîb Bersum serkeftina QSD’ê li dijî DAIŞ’ê bi serkeftina herî mezin bi nav kir û got:

“Divê Koalîsyona Navdewletî piştgiriya siyasî bide Rêveberiya Xweseriya Demokratîk da ku di komîteya destûrî ya Sûriyê de were beşdarkirin.”

Serkeftina li dijî DAIŞ’ê ji aliyê QSD’ê ve nêzîk bûye.

Siyasetmedarên li herêmê vê serkeftinê bi serkeftineke dîrok bi nav dikin.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryan Senherîb Bersum, derbarê mijarê de axivî.

Senherîb Bersûm got:

“Serkeftina hêzên me li dijî çeteyên DAIŞ’ê nêzîk bûye, ev serkeftin, serkeftineke dîrokî ye.

Ji ber DAIŞ’ê li tevahî cîhanê xeter bû, lew re divê cîhanê van serkeftinan di ber çavan re derbas bike.

Daxwaza me ya sereke ew e ku guherîneke demokratîk, rasteqîn li Sûriyê pêk were û hemû aliyên Sûriyê li ser çareseriyeke siyasî li hev bikin.”

Bersum di nava axaftina xwe bal kişand ku heta niha Rêvberiya Xweseriya Demokratîk ji danûstandinên çareseriya aloziya Sûriyê tê dûrxistin û axaftina xwe wiha domand:

“Em texmîn dikin ku piştî bidawîbûna DAIŞ’ê dê ji cîhanê re îsbat bibe ku projeya me projeyeke rasteqîn e.

Nabe nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji diyalogên çareserkirina aloziya Sûriyê werin dûrxistin.

Divê nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokraîtk di danûstandinên ku bi rêya NY’yê tên kirin werin beşdarkirin.

Ji ber em xwedî projeyeke siyasî ji bo tevahî Sûriyê ye.”

Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryan Senherîb Bersum axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir;

“Dûrxistina me ji prosesa siyasî dê pirsgirêk û aloziyên rasteqîn çêbike, rewşa niha ji bo piraniya xelkê Sûriyê ne cihê rihetiyê ye.

Em ji Koalîsyona Navdewletî dixwazin ku giraniyê bide prosesa siyasî û bi rêya Neteweyên Yekbûyî hewldanan bike da ku me beşdarî mûzakeriyan û xebatên amadekirina destûra nû ya Sûriyê bike.”

Leave a Reply

Back to top button