Dagirkeran 7 sivîl ji navçeya Mabata ya Efrînê revandin

Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk ji navçeya Mabata 7 sivîl, li navçeya Bilbilê jî gelek sivîl revandin. Li navçeya Şera jî dagirkeran bi darê zorê dest danîn ser mala jineke 55 salî.

Li Efrîna dagirkirî, her diçe sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlan zêde din.

Li navçeya Mabata, duh çeteyên dewleta Tirk a dagireker bi ser gundê Şorbe de girt û 4 sivîl revandin.

Li gorî Malpera Afrinpost, bi bihaneyên ne rast çeteyan şêniyên bi navê

Hisên Memo

Rêber Cefer

Syamend Cefe û

Elî Umer revandin.

25’ê Çileyê, li Efrînê çeteyan ciwanê temen biçûk yê bi navê Izet Ehmed ê 17 salî yê ji gundê Mîrkan ê Mabata revand.

Heman rojê çeteyan Apê wî yê bi navê Nûredîn Ehmed yê 51 salî jî revand.

Li gorî Malperê sedema grtina wan ne hat zanîn, heya niha jî çarenûsa wan ne diyar in.

Beriya Hefteyekê jî, li ser bendeke kontirolê li Efrînê, çeteyan şêniyê bi navê Seîd Behrî Şêx Menan yê 25 salî yê ji gundê Şêxûtika ya Mabata revand.

Dagirkeran bi ser gundê Zerê yê Bilibilê de girt û gelek sivîl revandin

29’ê Çileyê, çeteyan bi ser gundê Zerê yê biliblê de girt û bi bihaneyên ne rast gelek sivîl di nav de jin revandin.

Malpera Afrinpost dazanîn ku ji kesên ku hatine revandin, şêniyên bi navê Mihemed Bi’rî بعري û Xelîl Osman in.

Li heman gundî jî çeteyan mala şêniyê bi navê Ehmed Mixtar hilweşand.

Li gorî malperê, bi armanca Ehmed venegere mala xwe, çeteyan mala wî hilweşand.

Dagirkeran ji bo berdana sivîlekî du hezar lîreyê Tirk jê stand

Her weha çeteyan piştî standina 2 hezar Lîreyê Tirk, şêniyê bi navê Selah Elo yê (33) yê ji gundê Dîkê yê Raco berda.

22’ê meha Kanûna 2020’an, Selah tevî Mistefa Elo û Hebeş Hebeş hatibûn revandin.

Li Şera çeteyan mala jineke 55 salî desteser kir

Li aliyê din jî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker destserkirina mal û milkên Efrîniyan didomînin.

Li navçeya Şera ya Efrînê, jina bi navê Diya Umer di bin gefa çekan de ji mala xwe hat derxistin û çeteyan mala wê destser kir.

Li gorî Malperê, bi armanca veguherînin navendek leşkerî çeteyan mala jina 55 salî destser kir.

Li navçeya Şiyê jî, çeteyan erdeke 7 donim ê şêniyê bi navê Mistefa Bozik desteser kir.

Back to top button