Rêveberê YNK’ê Arêz Ebdulah: Lihevkirina PDK û Tirkiyê ne di berjewendiyên Kurdan de ye

Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan-YNK’ê Arêz Ebdulah diyar kir derbarê gef û planên Tirkiyê yên li ser Şengalê de diyar kir ku mijar tenê Şengal nîne got, “hedef tevahiya Başûrê Kurdistanê ye.”
Arêz Abdula bal kişande ser lihevkirinên veşartî yên di navbera PDK’ê û dewleta Tirk de û diyar kir ew lihevkirin ne di berjewendiyên Kurdan de ye, divê PDK naveroka wan eşkere bike.

Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan-YNK’ê Arêz Ebdulah têkildarî rewşa dawî ya Başûrê Kurdistanê, bi taybetî piştî serdana Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar a ji bo Iraqê û Başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re axivî.

Arêz Ebdulah bal kişand ser armanca planên Tirkî ya li ser Şengal û diyar kir ku mijar tenê Şengal nîne, ji ber ku hedef tevahiya Başûrê Kurdistanê ye.

Ebdulah got:

“Tirkiye zextê li Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê dike ku li gorî dil û daxwazên wan kar bikin, yan jî armancên wan pêk bînin.

Dewleta Tirk dixwaze weke destpêkê xeta navbera Başûr û Rojava qut bike.

Piştre heta Mûsil, Til Efer têxe binkontrola xwe.

Ez dikarim bêjim ku heta niha hemahengî, alîkarî û lihevkirin di navbera PDK’ê û Tirkiyê de heye. ”

Arêz Ebdullah ev hevkariya PDK’ê weke gavek ne nîştîmanî pênasekir û bang li PDK’ê kir ku çi plan bi Tirkiyê re îmzekiriye divê eşkere bike.

Arêz Ebdullah destnîşan kir ku ger li hevkirinek li ser petrol an jî rewşên siyasî hebe divê fermî be, agahiya xelkên başûr pê hebe. Çênabe hin biryarên niştîmanî li ser hizban were meşandin.

Arêz Ebdullah PDK şiyar kir ku baweriya xwe bi Tirkiyê neyne û got:

“Dewleta Tirk hîn jî wek fermî hikûmeta Başûr nasnake, nahêle Hikûmeta Başûr li Enqerê nûnertiya xwe veke.

Heta niha dewleta Tirk bi rêka şexsan û partiyan karê xwe dimeşîne.

Çavên wî li ser e ku rojekê wan jî bihelîne û tesfiye bike.”

Back to top button