Hêzên navnetewî wê heta demeke nediyar li Efxanistanê bimînin

NATO wê hêzên leşkerî yên navneteweyî ji Efxanistanê venekişîne û wê heta demeke nediyar li welêt bimînin.

Çavkaniyên payabilind yên ji nava NATO`yê destnîşan kir ku hêzên leşkerî yên navneteweyî dê li Efxanistanê heta piştî dema ku Amerîkayê bi tevgera Talîbanê re li hev kiriye, bimînin.

Her wiha çavkaniyan got,

stratejiya derketina hêzên navneteweyî ji Efganistanê di serdema Joe Biden de dê bi awayekî baştir û guncawtir be.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîf bi şandeya Talîbanê re civiya

Li aliyekî din, Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf bi şandeya Talîban ya serdana Îranê kirî re civiya.

Di civîna li Tahranê pêk hat de nîqaşa sereke li ser pêvajoya aştî ya li Efxanistanê bû.

Back to top button