Li navenda Ezazê ya dagirkirî teqînek rû da û di encamê da 6 kes hatin kuştin, 30 birîndar bûn.
Li herêma Babê jî di encama teqîna li bendeke kontirolê de 5 çete hatin kuştin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku îro, li navenda Ezazê erebeyek bombebarkirî li nêzî navenda çandê teqiya.
Di encama teqînê de, di nav de zarokek û du jin 6 kes hatin kuştin, 30 jî birîndar bûn.
Duh li bajarê Efrînê erebeyek li taxa Sînai teqiya di encamê de di nav de 4 zarok 8 kes hatin kuştin, 27 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin, erebeya ku teqiya ji bajarê Ezazê û di nav bendên kontrolê yên çeteyan re derbasî Efrînê bûye.
Di teqîna bendeke kontrolê ya li Babê de 5 çete hatin kuştin 7 birîndar bûn
Li herêma Babê jî, li bendeke kontrolê ya çeteyên Furqeya El-Hemzat a girêdayî dewleta Tirk a dagirker teqînek pêk hat.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, di encama teqînê de 6 çete hatin kuştin û 4 birîndar bûn.