QSD’ê ragihand ku du çeteyên terorîst ên DAIŞ’ê li gundewarên Dêrazorê girtine.
Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da û ev agahî da:
“31’ê Çileya 2021’an, hêzên me û hêzên Koalîsyona Navneteweyî bi oprasyoneke hevbeş li gundê Zîban ê li gundewarê Dêrazorê bi ser cihên şaneya terorîst a girêdayî rêxistina DAIŞ’ê de girtin. Şaneyê plana êrişan li dijî herêmê dikirin.
Di encamê de 2 endamên şaneyê hatin girtin û gelek teqemenî û alavên wan hatin desteserkirin. “