PKK: Hevrê Viyan hişmendî û vîna berxwedana fedayî ye

Partiyên Tevgera Azadiyê PKK û PAJK’ê di salvgera 15 a şehadeta hevrê Viyan Soran de, bi daxuyaniyn cuda diyar kir ku Hevrê Viyan, hişmendî û vîna dewamkirina berxwedana fedayî ya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ di asta herî bilind de temsîl dike û helwesta wê, helwesta parçekirina tecrîdê û teqezkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.

Di dîroka tevgera azadiyê de, gelek qehreman hene; bi rihekî fedaiyane li dijî kompolya navdewletî sekinîne.

Yek jî wan qehremanan, Viyan Soran e.

Viyan Soran di sala 2006’an de li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan çalakiyek fedaî pêk anî û li hember bêdengiyê, bû dengê azadiyê.

Di ser şahadeta Endama Komîteya Jinûve-avakirinê ya PKK’ê Viyan Soran re, 15 sal derbas bûn.

Komîteya Rêveber a PKK’ê têkildarî salvegera 15. a şehadeta rêheval Viyan daxuyaniyek da.

Komîteyê di şexsê Viyan de hemû Şehîdên ‘Kes nikare roja me tarî bike’ bi bîr anî û got:

“Hevrê Viyan, hişmendî û vîna dewamkirina berxwedana fedayî ya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ û rabûna li ber jiyana bi sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê, di asta herî bilind de temsîl dike.

Helwesta ku hevrê Viyan beriya 15 salan li dijî komploya 15’ê Sibatê nîşan da, bêguman ji bo pêşketin û bûyerên niha yên siyasî û leşkerî di asta dîrokî de girîng e.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê da zanîn ku ji 15’ê Sibata 1925’an het roja me ya îro, polîtîkayên qirkirna Kurdan didomin.

Komîteyê destnîşan kir ku ew ê bi hestiyarî û berpirsyariya Viyan li dijî komployan li ber xwe bidin û teqez bi ser bikevin.

PAJK: Helwesta Viyan helwesta parçekirina tecrîdê ye

Partiya Azadiya Jinên Kurdistan-PAJK’ê jî bi daxuyaniyekî Viyan Soran bi bîr anî.

PAJK’ê sekna Viyan Soran weke sekna parçekirina tecrîdê û teqezkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, sekna parastina rûmet û nirxên gelê berxwedêr pênase kir û got:

“Hêzên, komploger, bi destê dagirkerên Kurdistanê û bi hevpeymanên li gel hêzên noker û îxanetkar, dixwazin destkeftiyên şoreşa Kurdistanê ji holê rabikin.

Şopdar û rêhevalên şehîd Viyan, bi sekna Viyanê wê dawî li polîtîkayên qirkirin û tecrîdê bînin.”

Back to top button